Bienvenue   Chez Mustafa  Ali

www.amude.com
Hikumetê erebên xemir anîne Hisiçayê û ew bi çekan êrîşî kurdan dikin!!


www.amude.com - giştî, lîberal, serbixwe


Xwepêşandana kurdên Swêdê (13.03.2004)

Xwepêşandana xwendekarên kurd li Helebê (14.03.2004)

Xwepêşandana kurdan li Berlînê

Êrîşên li dijî kurdan

- SERHILDANA LI QAMIŞLOYÊ (Film)

15:18 - Pira navendî li Qamişloyê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û ti kes nikare wê derbas bike
15:17 - Li taxa "Zorava" li Şamê jî şehîd ketine û talankirina Hisiça û Serê Kaniyê berdewam e
14:44 - Li Kobanî û Helebê çalakiyên protestoyê pêk tên
14:42 - Dora 2000 kurd li bajarê Amesterdam li Holendayê xwepêşandanekê li dar dixin
13:45 - Ji Şamê û Helebê tirên û otobusên tije leşker û çekê giran gihane Qamişloyê û berê xwe dane Hisiça
13:43 - Hikumetê raportvanên kanalên televizyonê yên erebî girtine
13:40 - Hejmara şehîd û birîndarên Hisiçayê deqe bi deqe mezintir dibe +++ Nexweşxane tije bûne
12:10 - Qamişlo hatiye dagîrkirin
12:09 - Nexweşxaneyên Qamişloyê tije ne
12:08 - Ji Hisiçayê agahdarî şehîdketina 7 kurdan gihan me
12:07 - Li Hisiçayê ereban cilên jinan ên kurdî bi tirimbêlên xwe daliqandine û dibêjin "emê namûsa kurdan talan bikin"
11:02 - EREBÊN XEMIR LI TAXÊN EZÎZIYÊ Û SALHIYÊ LI HISIÇAYÊ BI ÇEKAN ÊRÎŞÎ KURDAN DIKIN Û KURD LI HÊVIYA ALÎKARIYÊ NE
10:32 - Li Düsseldorf li pêşiya balyozxaneya Emerîkayê xwepêşandanek, demjimêr: 13.00
10:31 - Li bajarê Zürich li Swêsrayê xwepêşandanek, Helvetia Platz, demjimêr 15.00
09:52 - Li bajarê Kobanî jiyan rawestiyaye
09:35 - Li bajarê Dêrikê, bi hezaran kurdan derketine kolanan û dê şehîdên xwe veşêrin
09:20 - Îroj, ji demjimêr 14.00-15.30 dê bernameyeke taybetî li ser bûyerên li başûrê-rojavayî Kurdistanê di "ROJ tv" de bi şêweyekî zindî bête pêşkêşkirin
09:15 - Jiyan li başûrê-rojavayî Kurdistanê berdewam nebûye, ti kes neçûye kar û ne jî dibistanan
09:13 - Hêzên ewlekariyê li dora Qamişlo rawestiyane û nahêlin ti kes bikeve bajêr
09:03 - Partiyên kurdî li Sûryayê bangî rawestandina xwepêşandan û çalakiyên protestoyê yên li bajarên başûrê-rojavayî Kurdistanê dikin û 3 roj şînî ji bo giyanê şehîdan îlan kirin
09:01 - Hêzên leşkerî hîn jî li Qamişloyê ne
08:43 - Îroj, li Bremen (Lagerhaus/Sielwahl) demjimêr 11.00 xwepêşandan
08:41 - Li navenda bajarê Minden li Elmanyayê xwepêşandanek, demjimêr 15-17
08:40 - Îroj, demjimêr 13:00, li Amesterdam xwepêş,andanek li dar dikeve; civîn li DAMê
08:35 - Hejmarek mezin ji girtinên Brûkselê serbest hatin berdan; hin kurdên ku paseportên wan tune ne, hîn girtî ne û dê bo berpirsyarên holendî bêne radestkirin
02:12 - Partiyên Kurdî li Serê Kaniyê ji kurdan dixwazin, ku çalakiyên protestoyê rawestînin
02:00 - Danûstandinên komîteya ereban û ya partî û kesayetiyên kurdî bi dawî hatin +++ Kurdan doza derketina leşkeran ji Qamişloyê kirin; herweha doza lêkolînên berfireh derbarî komkujiyê kirin +++ Hikumet dê pera bide malbatên şehîdan

01:49 - 55 Kurd li Brûkselê hatine zindankirin +++ Dagîrkirina balyozxaneyê bê ti problêm bi dawî bû +++ Kurdan bi şêweyekî normal bi polîsan re ketibûn diyalogê +++
01:00 - 30 kurd li balyozxaneya Sûryayê li Brûksel hatin girtin
00:57 - Roja duşemê, dê li Berlînê xwepêşandanek li dar keve, Pariser Platz, 12:00
00:15 - Bir궥birꮠkurdan bi komya hikumet꠲e dan󳴡ndinan dikin. Komîte ji Mensura û Mahir el-Esed pêkt tê..
00:01 - Rêxistinên siyasî yên li bajarê Kobanî bangî kurdan dikin, ku îroj (yekşem) kurd neçin kar û protesto bikin



13.03.2004

200 kurdan balyozxaneya Sûryayê li Brûksel dagîr kirine û ala Kurdistanê bilind kirine +++ Li Serê Kaniyê ereb diziya dikanên kurdan dikin +++ Kurdistan TV jî êdî agahiyan diweşîne, lê bi kurtî û giştî +++ Navên du şehîdên Dêrikê: Welîd Bedrî û Hesen Nûrî +++ Li nexweşxaneyên Qamişloyê kîsên xwînê nemane +++ Polîs nahêlin ku kurd bikevin nexweşxaneya neteweyî ya li Qamişloyê; dektorekî ragihand, ku hejmareke mezin ji kesine mirî li wir hene +++ Li Serê Kaniyê û Hisiça ereb êrîşî kurdan dikin û kurd jî êrîş,an vedigerînin +++ Hemîdê Hecî Derwîş ne birîndar e û ne jî hatiye kuştin +++ Li nexweşxaneyên Qamişloyê kurd xwîna xwe didin +++ 2000-3000 kurd li Stockholmê berê xwe dane balyozxaneya Emerîkayê +++ Li Amûdê bank (mesref), beledî û Navenda Çandî hatin şewitandin +++ Hêzên ewlekariyê nahêlin, ku xwendekarên kurd ji xaniyên xwendekaran derkevin +++ Li Serê Kaniyê êrîşên li dijî dezgehên hikumî û şewitandina tirmbêlên polîsan +++ Bi hezaran ji xwendekarên kurd ên zanîngehên Heleb û Ş,amê xwepêşandan pêk anîn +++ Li Amûdê 2 polîs hatine kuştin +++ Li Dêrikê kurdek hate kuştin, yek di xeterê de ye û dora 5 kesan birîndar in +++ Li Girkê Legê jî xwepêşandan +++ Hêzên leşkerî peykerê hafiz el-Esed ê li navenda Qamişlo ji êrîşan diparêzin, hemî peykerên din hatine xistin +++ Li Serê Kaniyê jî xwepêşandanek li dar ketiye, dora 1000 kesan +++ Gumrika Qamişloyê hate şewitandin û polîsan êrîş kirin, dora 15 birîndar +++ Amûdiyan dest bi şewitandina instîsyonan kirine +++ 5 birîndar li Amûdê +++ Li Qamişloyê leşker êrîşî kurdan dikin +++ Li Amûdê kurdan alaya Partiya Beis rakirin û ya kurdî danîne şûna wê û herweha peykerên el-Esed ê li ser rêya Qamişlo xistine +++ Kontrol li ti derê nemaye, rewş kaos e +++ Kurdên Dêrikê jî derketine kolanan +++ Li Amûdê kurdek hate kuştin, kurdan êrîşî dadgeha bajêr, stasyonên polîsan û bîroya Partiya Beis kirin +++ Polîs fîşekan diteqînin +++ Li bajarê Amûdê bi deh hezaran kurd derketine kolanan +++ Kesek li mala xwe nemaye +++ Ti kes neçûye karê xwe +++ Wêneyên şehîdan û yên serokên kurdan hatine bilindkirin +++ Kurdan al û nexşeya Kurdistanê bilind kirine ++ Bi sed hezaran kurd şehîdên xwe ji camiya "Qasimo" derxistin û ber bi goristanê ve dimeşin û hêzên leşkerî nêzîk nebûne, li navnda bajêr rawestyane +++ Hêzên leşkerî li navenda bajêr kom bûne +++ Kurd li ser rêya Amûdê kom bûne û denfê teqandina fîşekan tê +++ li Qamişloyê kurd Li cem camiya "Qasimo" li hev civiyane +++ Polîsan rêyên çûna Qamişlo girtine û nahêlin kurdên ji bajarên din bikevin bajêr +++ Kurdên Swêdê dê demjimêr 14.00 Ji bo r꺧irtin li çileya şehn Hewl겪 li Sergelstorg-Stockholm li hev bicivin û piştre berê xwe bidin balyozxaneya Emerîkayê, da ku bûyerên li Qamişloyê protesto bikin +++
13.03.2004 - 01:33
Ji daxuyaniya partiyên kurdî li Sûryayê:
- Em ji "Amnesty International" û rêxistinên mafên mirovan ên Netewên Yekbûyî (UN) doza lêkolînan derbarî bûyerên li Qamişloyê dikin
- Em dixwazin bi serok Beşar el-Esed re rûnên û wêneyê bobelata rast a li Qamişloyê ragihînin wî
- Em dixwazin ku kesên berpisiyar bêne tawanbarkirin
- Em dixwazin ku gelê kurd bi tevgera xwe re be û bêhna xwe fireh bikin

12.03.2004 - 15:47 - 21:14
Li Qamişlo şer e ++ dora 19 kurd hatine kuştin ++ 100 birîndar ++ polîs êrîşê dikin +++ kolan hatine girtin ++ Parêzgeh fermana kuştinê da +++ Cemawer ji stadyomê hatin derxistin ++ Bîroyên "Dicle" û "Medya" li Dêra Zorê hatin şewitandin +++ Debabe ketine Qamişlo ++ li nexweşxaneya "Ferman" 13 kuştî +++ Dezgehên erebî li Qamişloyê têne şewitandin +++ Berxwedan berdewam e +++ Rêxistinên Siyasî li hev dicivin +++ Peykerê Esed hate şikandin û xistin +++ dibistana "Erebistan" hate şewitandin +++ Gumrika bajêr hate şewitandin +++ Qamişlo hatiye "zindankirin" +++ Rê hatine girtin +++ Wêneyên Beşar el-Esed têne şewitandin +++ Meşeke mezin ji bo sibe tê amadekirin +++ Hêzên leşkerî ji bajarên din têne Qamişlo +++ Xetên telefonan hatine girtin +++ Rawestgeha tirênê hate şewitandin +++ Kurdên Şamê derketine kolanan +++ Xwendekarên kurd li Zanîngeha Şamê protesto dikin +++ Wezîrê karûbarê Hundirîn ê Sûryayê giha Qamişloyê +++ Li Dêrê, otobusek ji aliyê dêriyan ve hate êrîşkirin, kurdek hate kuştin +++ Kolan bi zorê vala bûne +++

QAMIŞLO (amude.com) - û erebên ji Dêra Zorê êrîşe hev kirin û ta niha bêtirî 10 kurd hatine kuştin. Li gorî agahiyên ku ji me re hatin, Gîfara Bedran Xelef, Ehmed Xelîl, Mihemed Emîn Mihemed, Mihemed Ebdilrezaq û Idrîs Remedan hatine kuştin. Hemû jî 20 salî ne. Dora 2000 ji cemawerên ereb berî lîskê bi parolên mîna "bi can, bi dil, em bi te re ne, ey Sedam" di hundirê bajê re dimeşiyan û êrîşî dikanan kirin. Herweha wan sixêf ji serokên kurdan Barzanî û Talabanî re dikirin. Hate ragihandin, ku dema ketina stadyomê, cemwerên mêvan ên ereb nehatin kontrolkirin. Wan divançe bi xwe re rahiştibûn û bêrîkên wan tije kevir bûn. Cemawerên ereb êrîşî kurdan kirin û ev yek bû sedema êrîşan ji aliyê kurdan ve. Li gorî agahiyên hin ji beşdaran, polîsên amade piştgiriya ereban dikir û ew bûn sedema ku hêrsa kurdan mezintir bû. Rewş ji destê polîsan derketiye û ew bi devançe û tivingên xwe fîşekan diteqînin û êrîşî kurdan dikin. Dora 100 kesên birîndar di nexweşxaneyên Qamişloyê de ne. Kolanên bajêr hatin girtin û polîs nahêlin, ku ti kes di kolanan de bigerin.


Agahiyên bi erebî Derbasî malperê bibe
      ARCHIVES  

    Kurdish Site      Webcam I    II   III   IV     VI    VII     VIII